Daqûq – Agir berdan zevîyên kurdan!

Li bajarê Daqûqê yê Kerkûkê agir berdan zevîyên genim yên cotkarên kurd.

29 Gulan 2020

Navenda Nûçeyan – Cotkarekî kurd bi navê Kameran Şerîf, ku xelkê gundê Topzawa û kurdekî Kakeyî ye, ji BasNewsê re got, îro kesên nenas agir berdan zevîyên me.

Wî cotkarî her wiha got, heta niha jî agir nehatîye vemirandin. Destê terorîstên DAIŞê û erebên ku ji derve li vir hatine bicîhkirin, li pişt wan şewatan e.