Mehmûd Alinak hat berdan

Sîyasetmedarê Kurd Mehmûd Alinak ku dadgehê jê re cezayê heta hetayê xwestibû di rûniştina yekem a dozê de hat berdan.

13 Gulan 2020

Mehmûd Alinak, ji ber nivîsandina nameyekê bo Netewên Yekbûyî, pirtûka xwe ya ‘Bêkes’ li ser şewitandina kesên di bodrumên Cizîrê de û çend daxuyanî û axaftinên xwe hatibû girtin.