Li Êlihê gundek hat kerentînkirin

Li Êliha Bakurê Kurdistanê gundek ji ber vîrusa koronayê hat kerentînkirin.

30 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Qayqamîya qezaya Kercews a Êlihê aşkere kir li ser biryara Lîjneya Tendirustî di çarçoveya rêkarên rêgirtina zêdetir belavbûna vîrusa koronayê, gundê Bogazkoy hatîye kerentînkirin.

Li gor daxuyanîya qayimqamîyê, hatinûçûna li wî gundî hatîye rawestandin.