Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên Qeladizê her tim dê zindî bimînin

Bi boneya 46.mîn salvegera bombebarana Qeledizê ya ji alîyê rejîma Beis a Iraqê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora xwe ya civakî Twitterê peyamek belav kir.

24 Nîsan 2020

Navenda Nuçeyan – Nêçîrvan Barzanî ragehand;

Di 46.mîn salvegera bombebarana de,  bi nirx û rêzeke mezin ve bîranîna şehîdên Zanîngeha Silêmanîyê û hemwelatîyên Qeladizê dikîm ku bûne qurbanîyên tawaneka din a hovaneya rijêma Beis. Bi rêz û newaziş ve, serê xwe li hember bînanên bo canê paqijê şehîdan diçemînim û dê bîranîna wan tim bi zindî bimîne.