Medya Brîtanî: Johnson Roja Duşemê Vedigere Ser Karê Xwe

Rojnameya Telegrpah ya Brîtanî ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dê roja Duşemê vegere ser karê xwe.

24 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya wê rojnameyê, Johnson ferman daye cîgirên xwe bo hefteya pêş hazirîya civîneke wezîran bikin.

Johnson di dawîya Adarê de bi vîrusa korona ketibû û ew biribûn nexweşxaneyê.

Ew di 6’ê Nîsanê de ketibû beşda çavdêrîya krîtîk û di 12’ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû.