Li Îtalyayê di rojekê de 368 kesan ji ber Koronayê mirin

Li Îtalyayê tenê di nava 24 saetan de hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest ‎dane 368 kes zêde bûye, hevdem pişkinîna 2 hezar û 853 kesên din jî pozîtîv bûye.‎

16 Adar 2020

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Berevanîya Sivîl a Îtalyayê û Komîsyarê vîrusa Koronayê li wî welatî, Angelo Borrelli, yekşemê 15ê Adarê di civîneke çapemenîyê de li Romayê ragihand, ku roja ‎Yekşembê 369 kes ji vîrusa Koronayê rizgar bûne û baş in, hevdem di heman rojê de 2 hezar û 853ê ‎kesên din bi wê vîrusê ketine.‎

Borelli da zanîn, ku heta niha 20 hezar û 603 kes li seranserê Îtalyayê bi vîrusa Koronayê ketine û di hundirê 24 ‎demjimêrên derbasbûyî de jî 368 kesên din ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.‎

Komîsyarê vîrusa Koronayê li Îtalyayê got: ‎ “369 kesên din baş bûne, hejmara giştî gehiştîye 2 hezar û 335 kesan, herwiha pişkinîna 2 hezar û 853 ‎kesên din jî pozîtîf bûye. Niha 20 hezar û 603 kes hilgirê wê vîrusê ne, ku 9 hezar û 268 kes ji wan li ‎malên xwe ne û bi sivîkî gehiştîye wan, hezar û 672 kes jî ku dike ji sedî 10ê bi wê vîrusê ketine, ‎rewşa wan a tendirûstî xirab e. Mixabin îro 368 kesên din canên xwe ji dest dane.”‎