Tirkîye: Li herêma Idlib ya Sûrîyê du serbazên me hatin kuştin

Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, li herêma Idlib ya Sûrîyê çar serbazên wan hatin kuştin û birîndar bûn.

27 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, li herêma Idlib ya Sûrîyê çar serbazên wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezareta berevanîya Tirkîyê li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandîye, duhî li Idlibê û di bordûmana firokeyên rêjîma Sûrîyê de du serbazên wan hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.

Wê wezareta Tirkîyê daye zanîn, wan jî bersiva êrişên rêjîma Sûrîyê dane û dest danîne ser sê tangên rêjîmê û “114” serbazên wan jî kuştine û birîndar kirine.