Li Germîyan di rûdaneka tirafîkê de du kes mirin

Rêveberîya tirafîka Germîyanê ragihand, di rûdaneka tirafîkê de du kes mirin.

27 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Rêveberîya tirafîka Germîyanê ragihand, îro danê sibê li ser rêka bajarokê Derbendîxan û nahîya Warmawa ya bajarê Kelarê û li nêzîkî gundê Mîredê, kamyonek û otomobîlek li hev ketin.

Li gorî agahîyên tirafîka Germîyanê, di wê rûdanê de du kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Basnews