Li Îranê 14 kesên din bi nexweşîya Koronayê ketin!

Li Îranê hejmara berkeftîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 67 kesan.

25 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Li gorî amarên fermî, ji duhî de 14 kesên din li Îranê bi nexweşîya Koronayê ketine, bi vî rengî hejmara berkeftîyan gihîştîye 61 kesan.

Bi gotina berdevkê wezareta tenduristîyê, heta niha tenê 12 kes ji ber Koronayê mirine lê parlementerekî Îranî gotibû, tenê li bajarê Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine.