Li Çînê xwarin û firotina goştê ajelên kovî hat qedexekirin

Li Çînê ji ber nexweşîya Koronayê bikaranîn û firotina goştê ajelên kovî hat qedexekirin.

25 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Roj bi roj mirî û berkeftîyên Koronayê li Çînê zêde dibin lê li hember de gelek nexweşên Koronayê jî baş dibin.

Parlementoya Çînê duhî biryar da xwarin û firotina goştê ajelên kovî were qedexekirin, bi taybet goştê pêçermokan û maran.

Li gorî amarên dawî, ehta niha li Çînê herî  kêm 2 hezar û 666 kes ji ber Koronayê mirine, zêdetirî 77 hezar kes pê ketine.

Basnews