Festîvala Yilmaz Guney hat bi paş ve xistin

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve tê organîzekirin hat bi paş ve xistin.

19 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney îsal dê di navbera 26’ê vê mehê û 1’ê adarê de li dar biketa. Midûrîyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredarîya Batmanê li ser festîvalê daxuyanîyek weşand. Li gor daxuyanîyê ji ber ku gelek serîlêdan çênebûne wan festîval ji bo mehek din bi paş ve xistine. Li gor rewşa nû festîval dê di navbera 25-29’ê adara 2020’an de li dar bikeve.

Daxuyanî radigihîne ku ji bo lijneya hilbijêr li hemû serîlêdanan binêre, wan bi berfirehî binirxîne wan festîval bi paş ve xistine.

Dîyarname