Heşt xalên ji bo rêkeftinê Wezareta Pêşmerge dane Iraqê aşkera bûn

Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê li benda bersiva wezareta berevanîya Iraqê ye bo guftûgoyên derbarê wan 8 xalên ku dane Iraqê.

17 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor zanyarîyên berdest, di civîna dawîyê ya wezareta Pêşmerge û wezareta berevanîya Iraqê de, şandeya Pêşmerge 8 xal bo rêkeftinê dane alîyê Iraqî.

Biryar bû şandeyekî wezareta berevanîya Iraqê bo guftûgo li ser wan 8 xalan serdana Hewlêrê bike, lê ji ber pêşhateyan, bi taybet jî xwepêşandanên Iraqê heta naha dema serdana wan a Hewlêrê dîyar nebûye.

Heşt xalên wezareta Pêşmerge dane wezareta berevanîya Iraqê waha ne;

– Vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

– Pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.

– Danûstanên zanyarîyên îstixbaratî

– Beşa budceya Pêşmerge di budceya berevanîya Iraqê de.

– Rahênana hêzên Pêşmerge.

– Hemahengîya Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember DAIŞê.

– Kar kirina li gor rêkeftinên berê yên di navbera her du alîyan de.