Ehmed Turk bêtewan hat dîtin, lê li cihê wî, dîsa jî Qeyyum heye

Ehmed Turk, ji dosya ku bû bû hinceta jikardûrxistina wî û danîna qeyum, bêtawan hate dîtin.

15 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û Hevşaredara Çîyayê Mazî ya Mêrdînê Necla Yildirim, jiber beşdarî şîna endamek PKKê bûne, bi bangeşeya rêxistina terorê hatibûn tometbarkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê, vekirina dozê wek hinceta jikardûrxistina Ehmed Turk û Necla Yildirim nîşan da bû.

Di rûniştina dawî ya dozê de, tevî Ehmed Turk pênc endam û rêveberên HDPê yên Mêrdînê bêtawan hatin dîtin.

Dadwerê Dadgeha Sizaya Giran ya Mêrdînê da xuyakirin, beşdarîkirina şînê netawan e û bo tawanbarkirinê tu delîlek din jî nîn e.

Ehmed Turk, ji dosyeya bangeşeya PKKê, du car ji Serokê Şaredarîya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn.