Rûsya: Endîşe ya me bo Idlibê dewam dike

Berdevkê Kremlînê Dmitrîy Peskov got ku ew bo rewşa Idlibê ya niha endîşeya wan dewam dike

11 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Kremlînê Dmitrîy Peskov got ku ew bo rewşa Idlibê ya niha endîşeya wan dewam dike. Berdevkê Kremlînê Peskov bo rojnamevanan axifî û behsa îhtîmala hevdîtina navbera Erdoğan û Putin kir. Peskov li ser hevdîtina her dû serokan weha got:

“Bo hevdîtina her dû serokan hêj planekî tineye lê pêwist be dikarin hev bibînin.”

Peskov li ser mijara Idlibê jî got ku ew hêjî bo Idlibê endîşeya wan dewam dike.

PeyamaKurd