Serok Barzanî û serkomarê Iraqê li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serkomarê Iraqê Berhem Salih kir.

6 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan– Îro danê sibê Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li serkomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê û pêkanîna kabîneya nû hatin axaftin.

Serok Barzanî û Berhem Salih behsa çawanîya çareserkirina kirîza Iraqê û vegerandina aramîyê û bicîhanîna daxwazîyên xwepêşanderan û pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê jî kirin.