Li Amedê cihek nû: Wêjegeh Amed vedibe

Li Amedê cihek nû bi navê "Wêjegeh Amed" vedibe. Cih ji alîyê Weşanên Lîsê ve tê amadekirin. Di nav avahîyê de qatek wekî cafe, yek ji bo weşanxaneyê û qatek jî ji bo çalakîyên çandî hatîye amadekirin.

4 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan– Li Amedê cihek nû bi navê “Wêjegeh Amed” vedibe. Cih ji alîyê Weşanên Lîsê ve tê amadekirin. Di nav avahîyê de qatek wekî cafe, yek ji bo weşanxaneyê û qatek jî ji bo çalakîyên çandî hatîye amadekirin.

Wêjegeh Amed êvara 7’ê vê mehê saet 6’an de bi kokteylek tê vekirin.

Li gor daxuyanîyê piştî vekirinê dê rojên 8 û 9’ê mehê çalakîyên yekem li dar bikevin.

Navnîşana Wêjegeh Amedê ev e: Diclekent Mahallesi, Diclekent Villalari, 251. Sok. No: 44 Kayapinar, Amed

Dîyarname