Tirkîyê hêz şand bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkîyê hêzeke leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, şand herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.‎

23 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Li gor medyaya Tirkîyê, karwanê leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, ji bajarên cuda yên Tirkîyê weke piştevanî bo ‎yekîneyên ser sînor gehişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê.

Karwanê demjimêrên şevê di jêr tedbîrên ewlekarîyê de, gehişte xeta sînorî ya navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çû Derîyê Sînor Oncupinarê, dûv re ber bi xeta sînor dewam kir.

Hat ragihandin, leşker û otomobîlên zirxpoş wekî piştevanî ji bo yekîneyên Tirkîyê yên li ser sînor hatine şandin.