Erdogan: Trump û Putin ji min xwestin, ku bi Mezlûm Ebdî re bicivim

Serokomarê Tirkîyê dibêje, Trump û Putîn fişar li wî kirin e, ku bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî ev yek red kirîye.

22 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Serokomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan liser pirsa rojnamevanan a derbarê civînên alîyên Lîbyayê, da xuyakirin, tu nîyazek wî nîn e bi Xelîfe Hefter re rûn e. Erdogan got, Serokê Amerîkayê gelek fişar li wî kirin e,  ku bi YPG û Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî gotîye, ew tu carê bi terorîstekî re li dor maseyê rûnan e.

Erdogan da xuyakirin, Putîn jî heman tişt ji wan xwestîye û got, di têkoşîna dijî terorê navnetewî de, gelek bac dan e û di sîyaseta wî de, hevdîtinek û rûniştineke weha nabe.

Hîn berê Erdogan dabû destnîşan kirin, ku birêveberîya Amerikayê hewl da ye, di navbeyna mezlêm Ebdî û Erdogan de civîn lidar bikeve, lê yekem car e di vê babetê de navê Serokê Rûsyayê Putin jî binav dike. 

 

Nerina Azad