Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye

Ji 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin. Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

18 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Ji 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin.

Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.

Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.

Bianet