Helbûsî piştî daxistina kamerayan metirsîyekî mezin aşkera kir

Helbûsî, rasterast ji parlamenterên amade yên di civînê de ne ji wan re dibêje: ‘’Ev biryara îro ji parlamentoyê derbikeve, biryarekî temamî şîeyî ye, min dixwest biryarekî Iraqî be. Lê mixabin sunne, kurd û pêkhateyên din beşdarî nekirin.’’

7 Çile 2020

Navenda Nûçeyan–Duh di civîna Parlamentoya Iraqê ya taybet derbarê derxistina hêzên bîyanî yên li Iraqê de, bi biryara serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ve beşek ji weşana televîzyonê hate rawestandin û îro beşek ji daxuyanîyên Helbûsî aşkera bûn, ku behsa metirsîyekî mezin dike.

Îro çapemenîya Iraqê beşek civîna pêr 05.01.2020ê ya li parlamentoyê bidest xist, ku weşana televîzyonê hatibû rawestandin û Helbûsî serokatîya civînê ji cîgirê xwe re dihêle û bixwe tê xwarê û li gel endamên parlamentoyê rûniştîye û hewl dide bawerî bi wî bê, ku pêşnûmeya derxistina hêzên bîyanî li Iraqê nepejirînin.

Helbûsî, rasterast ji parlamenterên amade yên di civînê de ne ji wan re dibêje: ‘’Ev biryara îro ji parlamentoyê derbikeve, biryarekî temamî şîeyî ye, min dixwest biryarekî Iraqî be. Lê mixabin sunne, kurd û pêkhateyên din beşdarî nekirin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Agahdar bin, biryara derxistina hêzên Amerîkayê, di qonaxa yekem de dê bibe ragirtina danûstandinên darayî yên welatên navnetewî li Iraqê û dibe ku Iraq nikaribe xwe li hember vê bigre.’’

Basnews