‘Zrîng’ek nû derket

Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.

3 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Di hejmara 4’an de xêzkarên her daîmî yên kovarê Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Îmam Cîcî, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç û Ronî battê bi xêzê xwe cih girtine her wiha xêzên Eceren û Kemal Gokhan hatine weşandin.  Terstaqla Reco û Ozgur Amed jî bi nivîsên di kovarê de cih girtine.

 

Zrîngê ragihandîye ku ji hejmara pêncan pêve cih bidin xêzkarên amator jî û ji wan jî li benda xêzan in.

 

Kovara Zrîng li bayîyan dikare bê peydakirin. Her wiha êdî li Ewropayê ligel Yenî Ozgur Polîtîkayê jî dê bê belavkirin.