Navenda Nûçeyan– Parêzgarîya Dîlokê, 48 deverên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, bo heyama 15 rojan wek herêmên ewlekarîya taybet ragihandin.
Parêzgarîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, bi armanca piştevanîya ewlekarîya nav axa Sûrîyê û parastina mal û canên welatîyan biryara qedexeyê hatîye dayîn û ji welatîyan hat xwestin pabendî biryarê bin.
Li gor daxuyanîyê deverên qedexe lê hatîye ragihandin dikevin ser sînorê Cerablus û Ezazê.
K24

