PAKê li Wanê Şêx Ebdulselam Barzanî bibîranî û Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 15.12.2019an, li Teşkîlata Wanê ya PAKê, jibo bibîranîna rêberê gelê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo pîroz kirina Roja Ala Netewî civînek li dar xist.

16 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Di civînê de endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Teşkîlata Wanê ya PAKê İsmet Elçi, di derbarê jîyan û xebat û rola rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî de semînerek da.

 

Herweha Roja Ala Kurdistanê jî hate pîroz kirin û girîngî û rûmeta Ala Kurdistanê ya di doza azadîya Kurdistanê de hate nirxandin.

 

Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyip Kizilyildiz û gelek sîyesatvan û rewşenbîrên Wanî jî beşdarî vê civînê bûn.

 

Piştî semînerê beşdarên semînerê jî di derbarê herdu babetan û rewşa sîyasî ya Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

 

Civîna PAKe ya li Wanê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

15.12.2019