Nasnameya zêdetir ji 2 hezar girtî ji rojhilatê Kurdistanê hat aşkere kirin.

Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtîyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirîye, ku heta niha zêdetir ji 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

10 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Wê malperê ew yek jî eşkere kirîye, operasyonên li ser malan, ji alîyê Hêzên Ewlekarîya Îranê ve berdewam in û heta niha, çarenivîsa gelek girtîyan nedîyar e.

Ji 15 meha  bûrî ve xwepêşandan li piranîya bajarên Îranê û Rojhelata Kurdistanê li dijî birîyara hikûmetê bo zêdekirina buhayê Benzînê destpê kirin û bi hezaran xelk ji alîyê desthilatên Îranê ve hatine girtin. Li gor rêxistina Lêborîna Navdewletî, zêdetir ji 200 kes jî hatine kuştin.

 Çavkanî: K24