Navenda Nûçeyan– Parlamenterê Iraqê Selam Şemmerî bi beyanameyekî ragehand, rewşa naha ya Iraqê wisa pêwîst dike ku pêngavên aşkera ber bi parastina asayîşê ve bên avêtin.
Selam Şemmerî dibêje dîyardeya kuştin û revandina hemwelatîyan û çalakvanan dîyardeyekî metirsîdar e. zengila agahdar kirinê ye bo ber bi rewşekî herî xirab a Iraqê ye.
Herwaha parlamenterê Saîrun got, alîyên navxweyî û yên derve hene, ku naxwazin rewşa Iraqê aram bibe û daxwaz ji alîyên ewlehîyê kir, bi ‘’Destê polayî ve li wan alîyan bidin.’’
Çavkanî: Basnews

