Hikûmeta Kurdistanê cigarekêşan di nav wesîleyên veguhestina giştî de qedexe kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê cigarekêşan di nav taksî û wesîleyên veguhestina giştî de qedexe kir.

9 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Wezareta Veguhestin û Gihandin ya Kurdistanê bi fermanekê cigarekêşan di nav taksî û weslîleyên veguhestina giştî de qedexe kir.

Wê wezareta hikûmeta Kurdistanê her wiha ragihand, dema rêwî li nav taksî û wesîleyên veguhestina giştî de hebin divê radyo û teyp girtî bin lê eger rêwî daxwaz bikin şofêr dikare vêxîne.