Ji bo ‘Firîna Bi Baskên Şikestî’ çalakîya îmzeyê

Nivîskar Helîm Yûsiv bi çalakîyek romana xwe ya nû "Firîna Bi Baskên Şikestî" îmze dike.

6 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Çalakî ji alîyê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Bochuma Almanyayê li dar dikeve. 7’ê mehê saet 14’an de Helîm Yûsiv li navendê dê pirtûka xwe îmze bike û ligel mêvanan sohbetek li dar bixe. Her wiha Rêber Hebûn ku pirtûkên rexneyî li ser roman û çîrokên Helîm Yûsiv amade kirine dê beşdarî çalakîyê bibe û ewê jî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv biaxive.

 

Ji bo yên bixwazin herin:

Navenda Lêkolînên Kurdî, Hochstrabe 3, 44866, Bochum, Almanya

Çavkanî: Dîyarname