Çar kesan xwe kuştin

Li eyaletên Ormîye û Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê çar kesan xwe kuştin.

5 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li gundê Tewarmela yê bajarê Sine xortekî 30 salî bi navê Bextîyar Melayî xwe xeniqand.

Li gorî agahîyan, wî xortî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştîye.

Roja sêşemîyê (3 vê mehê) jî li nahîya Kotolê ya bajarê Xoy li eyaleta Ormîyê, xortekî 23 salî bi navê Sefer Mihemedî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştibû.

Heman rojê li bajarê Serdeştê jî xortekî kurd bi navê Dawûd Zahirî, ji ber sebebek nedîyar, derman xwaribû û xwe kuştibû.

Roja 2 vê mehê jî li Kirmaşanê xortekî kurd bi navê Emîr Mihemedî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştibû.

Tê gotin ku ew xortê kurd, serbaz bûye.

Çavkanî: Basnews