NY: Penaber bi berdewamî, ji Sûrîyê tên Herêma Kurdistanê

Şandera Netewên Yekgirtî bo Iraqê radighîne, pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ber bi baştirbûnê çûn e.

4 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Şandera Taybet ya Netewên Yekgirtî ji bo Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tekez kir, pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ber bi baştir bûnê ve çûn e.

Dilgiranîya xwe jî, ji rewşa Şingalê derbirî, ku jiber nebûna rêkeftina Bexda û Hewlêrê û astengîyan, nikarin alîkarîyên mirovî pêşkêş bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, Penaber bi berdewamî, ji Sûrîyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.