Li Serê Kanîyê teqîn.. 16 kes mirin

Teqînek li gundewarên Serê Kanîyê rû da û hejmareke mezin ji kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

27 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Teqînek li gundewarên Serê Kanîyê rû da û hejmareke mezin ji kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

Ligor zanyarîyan, teqînek bi rîya otombêleke bombekirî li destpêka rîya navçeya Til Helef – Mebruka li gundewarên Serê Kanîyê rû da.

Di encama wê teqînê de, hejmarek kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. Brîndar bo nava Tirkîyê hatin veguhestin, û zîyaneke madî ya mezin gihaye deverê.

Ajansên Tirkîyê jî ragehandine, ji ber teqînê 16 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.