Li Qoserê 2 kes hatin kuştin

Ji ber kêşeyeke komeleyatî komeleyatî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 2 bira hatin kuştin.

22 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Roja pêncşemê li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêşeyeke komeleyatî du birayên bi navê Mustafa Tezdonen û Emîn Tezdonen li nava bazara Qoserê ji alîyê kesekî xizmekî wan hatîye kuştin.

Herwihali gor zanyarîyên peyamnêrê BasNewsê herdu bira ji alîyê xizmekî wan ê temen 60 salî va hatine kuştin.  

Cenazeyên herdu birayên hatine kuştin jî bo nexweşxaneya Qoserê hatîye rakirin û hêzên emnî derbarê bûyerê da dest bi lêkolînê kirîye.