Rûsya û Fransa liser hevahengîya hevbeş li Sûrîye rêkeftin

Putin û Macron liser berdewamîya hemahengîya serbazî ya hevbeş li Sûrîyê ji bo rûbirûbûn a terorê rêkeftin.

19 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Koçka Serokatîya Rûsyayê Krêmlin di daxûyanîyekê de ragihand, îro Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin digel hevpostê xwe yê Fransî Emmanuel Macron di pêwendîyek telefonî de, pêşhateyên li Sûrîyê gengeşe kirin, û liser berdewamîya hemahengîya serbazî ya hevbeş ji bo rûbirûbûn a terorê li wî welatî lihev kirin û tekezî li giringîya destpêkirina karê komîta destûrê Sûrîyê û birêxistinkirina alîkarîyên mirovî ji bo wî welatî kirin.

Krêmlinê dîyar jî kir, her du serokan ji bilî rewşa Sûrîyê, behsa pirsa Ûkrayna û pêwendîyên Rûsya û Fransa kirin.

Çavkanî: K24