Bajarê Duhokê Bawernameya Rêzgirtinê ya “Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê” wergirt

Li Başûrê Efrîqayê di pêşbirkeya berbijêrên bo nasnavê “Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê” de, bajarê Ersal ‎ê Lubnanê karî xelatê bibe û Duhokê jî Bawernameya Rêzgirtinê wergirt.‎

17 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Sê roj e Kongreya Hevbendî ya Bingehdanîna Şîyanên Hikûmetên Xwecihî li Başûrê Efrîqayê destpê ‎kiriye, ku çendîn welat beşdar in. Parêzgeha Duhokê jî di nav 35 bajarên berbijêrkirî de bû bo ‎bidestxistina Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê.‎

Rêveberê Borda Cîbicîkar a Mirovayetî û Endamê Şanda Parêzgeha Duhokê Idrîs Nebî ji Rûdawê re got: “Herçiqas Duhok û 5 bajarên din ketin qonaxa dawî, ku pêşbirkeya dawî di navbera 6 ‎bajaran de birêve çû, lê belê bajarê Ersal ê Lubnanê pileya yekem a Bajarê Aştî yê Cîhanê bidest xist û ‎Duhok û 4 bajarên din Bawernameya Rêzgirtinê wergirtin.”‎

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ‎gotibû: “Li gor wan pîvanên bo xelatê hatine dîyarkirin, bajarê Duhokê di dema derbasbûyî de bajarê ‎bihevrejîyanê bûye. Karîye bi sedan hezar koçber û penaber ji pêkhate û neteweyên cuda li sînorê ‎parêzgehê bicîh bike, biparêze û xizmeta wan bike.”‎

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî jî dibêje: “Piştî çend serdanên rêxistinê bo Duhokê, Duhok yek ji wan ‎bajaran bû ku bo wergirtina Xelata Aştî ya Cîhanî hat berbijêrkirin. Xala bihêz a Duhokê ew bû ku ‎hejmareke zêde ya koçber û penaberan lê dijîn, ku niha hejmara wan nêzîka 650 hezar koçber û ‎penaber e, di demekê de nifûsa Duhokê yek milyon û nîv kes e, ku her du kesên Duhokê koçberek an ‎penaberek beramber e.”‎

Pêşbirkeya bidestxistina Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê, ji alîyê Rêxistina Şaredarîyên Hollandayê ve bi ‎navê Rabîteya Şîyanên Hikûmetên Xwecihî salane li welatekî cîhanê birêve diçe. Îsal li Başûrê Efrîqayê ‎hat kirin.

Çavkanî: Rûdaw