Avêtina qeyûman li ser şaredarîyên HDPê didome

Hikûmeta Tirkîyê li ser çar şaredarîyên din ên Bakurê Kurdistanê yên di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyîm danî.

13 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Hikûmeta Tirkîyê li ser çar şaredarîyên din ên Bakurê Kurdistanê yên di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyîm danî.

Hikûmeta Tirkîyê li du parêzgehên Amed û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê, li ser 4 şaredarîyên di destê HDPê de qeyûm danî.

Li gor agahîyan, li Amedê li ser herdu şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Hezro û li Dêrsimê jî li ser şaredarîyên navçeya Mazgirt û bajarokê Akpazarê qeyûm hatine avêtin.