Lavrov: Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike.

12 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di korbenda Parîs ji bo Aştîyê de ragihand, Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûrîyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û dest deyne ser bîrên neftê.

Herwiha got: “Amerîka daxwaz ji welatên Kendavê dike, ku weberhênanên mezin li navçeyên rojhilatê Firatê bikin, ji bo damezrandina rêveberîyeke navxweyî, ku bingeha wê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) kurd û YPG be.

Herwiha Lavrov da zanîn jî, Amerîka rêgirîyê li hevpeymanên xwe dike, ji bo beşdarî proseyên webirhênanê yên dubare avakirina Sûrîyê bibin.

Di berdewamîyê jî da Lavrov got: Em û hikûmeta Sûrîyê piştevanîyê li hemûyan dikin, ku kar bikin bo jêrxaneya wî welatî bê avakirin, penaber vegerin û jîyan li Sûrîyê asayî bibe.

Çavkanî: Basnews