Nûnera NY û Elî Sîstanî wê li ser alozîyên Iraqê bicivin

Nûnera sekreterê giştî yê NY li Iraqê, bo ku bi mezinê şîeyan Elî Sîstanî re hevdîtin bike, çû bajarê Necef.

11 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan-Li gorî medyaya Iraqî, nûnera sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert qasekî berîya niha çû bajarê Necefê.

Tê gotin ku nûnera NY dê bi mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re li ser alozî û xwepêşandanên Iraqê hevdîtin bike.

Çavkanî: Basnews