14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hikûmeta Iraqê ragihand, di operasyoneka hêzên Iraqî de li başûrê parêzgeha Mûsilê 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

11 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Malpera fermî ya hikûmeta Iraqê ragihand, hêzên dijî terora Iraqê îro danê sibê li başûrê parêzgeha Mûsilê operasiyonek li dijî DAIŞê pêk anîn.

Li gorî agahîyan, di wê operasyonê de 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 13 çekdar jî hatin girtin.

Çavkanî: Basnews