Mesrûr Barzanî li gel şandeke Kongreya Amerîka civîya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongreya Amerîkayê civîya û di civînê da peywendîyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

4 Mijdar 2019

Haber Merkezi– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongreya Amerîkayê civîya û di civînê da peywendîyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Şanda Kongreya Amerîkayê bi serokatîya Adam Smith û endametîya Mat Gaetz û Elissa Slotkin ên ji Partîya Komarî û 4 endamên Partîya Demokratan e.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kuridstanê Mesrûr Barzanî behsa pêwendîyên di navbera Hewlêr û Washingtonê û rewşa Iraq û navçeyê dike.