Amanc Babanî bi jin û zaroyê xwe hat kuştin

Amanc Babanî, rojnamevan û pêşkeşkarê televîzyonî û jin û zaroyê wî li Silêmanîyê hatin kûştin.

17 Cotmeh 2019

 

Navenda Nûçeyan– Rêveberê kenala NRTyê Şiwan Adil, ragihand, “Îşev li nêzikî termînala Şarezûrê li Silêmanîyê, teqe li pêşkêşvanê kenala me Amanc Babanî, hevjîn û zarokê wî hat kirin û hatin terorkirin.”

Rêveberê kenala NRT jî aşkere kir ku termên her sêyan hatine veguhastin bo pîzişkîya dadwerî li Silêmanîyê.

Amanc Babanî pêşkêşvanê bernameya bi navê ‘Bê Sînor’ a kenala NRTyê bû, hevjîna wî Lana Mihemed jî bo maweyê çend salan pêşkêşvanî li televîzyona Kurdistanê kiribû.

Zarokê wan ku ew jî bû armanca wê êrişê, temenê wî derdora 2 salan bû.

Çavkanî: Rûdaw, K24