Li Îranê kurdên kurmanc li parêzgehên Xorasana Bakûrî, Xorasana Rezevî, Azerbaycana Rojavayî herwiha gelheyeke wan jî li bajarên Xelxal, Rûdbar, Qezvîn, Demavend û Têrana paytextê de dijîn. Em ê di vê nivîsê de bi navên rojname, kovar, deng û rengên (radyo û televîzyonên) ku beşeke ji wan bi kurdiya kurmancî ye yan bûye re nasyar bin.
Ehmedê Qazî, lêkolînerl kurd, dîroka çapemeniya bi kurdî li Îranê dike sê birran: yekem, ji destpêka sedsala 20’em heya sala 1945’an; duyem ji 1945’an hetanî sala 1979’an yanê Şorişa Îslamî û sêyem jî ji vê salê wêdetir. Ew dibêje di serdema sêyem de hejmara weşîneyan gelekî zêde bû. Mirov dikare van weşîneyan bike sê desteyan: hizbî/rêxistinî, xwendekarî û yên xwedanên destûra Wezareta Çand û Rênîşana Îslamiyê.
Piraniya van weşîneyan bi kurdî yan kurdî-farisî ne yan bûne. Di beşa bi kurdî de hema hema gişt bi kurdiya soranî ne bûne lê di hinekan de jî carcaran nivîsin bi kurdiya kurmancî jî hene û hebûne.
Kovar;
–Sirwe: Bi qasî dorbera 10 rûpelan li dawiya wê de bi Kurmancî jî nivîs û li weşanxaneya Selahedînê Eyûbî li Ûrmiyeyê dihatin weşandin.
–Amanc: Bi piştevaniya Saziya Ragotina/Propagandaya Îslamî û bi hevkariya Seyîd Celal Nizamî dihat weşandin.
–Swêda: Li Têran û Xorasanê bi Kurdî-Farisî bû û carinan çend rûpelên bi Kurmancî jî tê de hebûn. Dr. Qedîr Efrûnd berpirsê wê bû.
–Biryar: Li sala 2003-2004 li Zanîngeha Tewrêzê/Tebrîzê bi qasî 4 hejmaran weşiya û piraniya wê jî bi Kurmancî bû. Fatme Bilixkanlo berpirsa wê bû.
–Ronahî: Xwendekarên zanîngeha Bihiştiya Têranê, Mêhdî Ebdullahî û Kerîm Mihemednijad, wedişandin.
–Roja Nû: Bi vî navî li her du zanîngehên Ûrmiye û Meşedê dihatin weşandin.
–Xatûn: Li Enstîtuya Ehmedê Xanê li Ûrmiyeyê dihat weşandin.
–Çand: Li Enstîtuya Ehmedê Xanê li Ûrmiyeyê dihat weşandin.
–Şî: Bi kurdiya Soranî ye, carinan çend rûpel jî bi Kurmancî ne.
–Areş: Dr. Qedîr Efrûnd bi Farisî-Kurmancî wedişîne.
–Jîlwan: Mehname ye bi kurdiya soranî, carinan çend rûpel jî bi Kurmancî ne. Şîlan Xakî berpirsa wê ye.
–Dengê Kurmanc: Xwendekarên zanîngeha Meşedê li Xorasanê wedişandin.
–Kurmanc: Xwendekarên zanîngeha Meşedê li Xorasanê wedişandin.
Deng/Radyo;
–Radyoya Kirmaşanê: Ev radyo ya Têranê bû, piştî 14 salan veguhestin Kirmaşanê lê piştre dîsan vegerandin.
–Radyo Têran: ji sala 1984’an ve ji Kirmaşanê hatiye Têranê.
–Radyo Ûmiye. Hîn jî heye.
–Radyo Meşed. Hîn jî heye.
Reng/TV;
–Sahar/Seher. Hîn jî heye. Ji 24 demjimêran, 2 demjimêr bi Kurmancî û yên din jî bi Soranî ne.
–Kanala parzêgeha Xorasana Bakûrî.
–Kanala parêzgehî ya Ûrmiyeyê.
Elî Paksirêşt-BASSNEWS

