Mesîhiyên bajarê Soran cejna Qurbanê li misilmanan û pêşmergeyan pîroz dikin

Mesîhiyên bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê bi helkefta cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanan û pêşmergeyan kirin.

11 Tebax 2019

Mesîhiyên bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê bi helkefta cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanan û pêşmergeyan kirin.

Dêra Aşûriyan ya Diyana û navenda rewşenbîriya Diyana li bajarê Soran, bi nûnertiya mesîhiyên wê deverê bi helkefta cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanan kirin.

Di peyama wan her du dezgehên mesîhî de wiha hatiye gotin: Em pîrozbahiyeka germ li birayên xwe yên misilman, pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind yên şehîdan dikin”.