Li Sêrtê komandoyekî Tirkiyê hat kuştin

Li devera Eruh ya bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê komandoyekî Tirkiyê hat kuştin.

4 Tîrmeh 2019

 

Li devera Eruh ya bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê komandoyekî Tirkiyê hat kuştin.

 

Walîtiya Sêrtê ragihandiye, îro li gundê Akmeşe yê navçeya Eruh ya bajarê Sêrtê di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de şer derket.

 

Li gorî agahiyên walîtiyê, di wî şerî de komandoyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.