Li Biradost ji ber burdûmana Turkîyayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di Encama burdûmana firokeyên şer ên Turkîyayê li devera Biradost hevwelatîyekê gundê Dêge, li navçeya Balekayetî jiyan xwe ji dest da û birayê wî jî bi dijwarî birîndar bû.

28 Hezîran 2019

Di  Encama burdûmana firokeyên şer ên  Turkîyayê li devera Biradost hevwelatîyekê gundê Dêge, li navçeya Balekayetî  jiyan xwe ji dest da û  birayê wî jî bi dijwarî birîndar bû.

Di vê mehê de ev dûyem care xelkê sivîl ji alîyê firokeyênşer ên  Turkîyayê dibin armanc û dihên burdûman kirin. Berê jî çendîn caran hevwelatîyên sivîl bûne  armancên firokeyên Turkîyayê û xelkên bê gunah  qurbanî bûne.
Nuçegihanê Kurdistan24 ragehand: bi  bihaneya   hebûna  PKKyê ew dever bûye meydana şer û gundîyên wan deveran bacê didin.

Her divê çarçoveyê de duhî Firokeyên Turkîyayê  çîyayê Qendîlê burdûman kirin û di encamê 4 hevwelatî şehîd bûn  û heft jî birîndar bûn.