Gelê Stenbolê biryara xwe negûherand!

Encmaên hilbijartina Şaredarîya Stenbolê hat ragehandin. Li gorî encaman, Îmamoglu yê namzetê CHPyê 54% ji dengan bi dest xist û Bînalî Yeldirim namzetê AKPyê jî 45.1 bi dest xist.

24 Hezîran 2019

Encmaên hilbijartina Şaredarîya Stenbolê hat ragehandin. Li gorî encaman, Îmamoglu yê namzetê CHPyê  54% ji dengan bi dest xist û Bînalî Yeldirim namzetê AKPyê jî 45.1 bi dest xist.

 Bînalî Yeldirimê namzetê  AKPyê pîrozbahî li Îmamoglu kir û ragehand: Dengên Ekrem Îmamogluli pêşiya dengên min e. Wisa xûyan e ku ew ê İmamoğlu ser bikeve ji bo serokatîya şaredarîya Stenbolê.

Yildirim di berdewamîya axaftîna xwe de got: Hilbijartin bi awayekî  Demukratîk bi rêve çû.

Li beranber Ekrem Îmamoglu, CHPyê di daxûyaniyekê de ragehand: Pîrozbahîyê li gelê Turkîya dikim û tekez jî kir ku serkevtina CHPyê li Stenbolê destpêkeke mezine ji  bo aştîya  li Tirkîyeyê.

Herweha Îmamoglu daxwaz ji Komisyona Bilind a Hilbijartinên welatê xwe kir, ti sindoq ên dengdanê pûç neke.
“Sipasîya wan Kurdan dikim ku parêzvanên Stenbolê ne û di hilbijartinan de bawerî  bi min anîne û dengên xwe dane min “