Li Merîwana Rojhilata Kurdistanê jinekê xwe kuşt!

Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, jinekê “ji ber arîşeyên nav malbata xwe” xwe kuşt.

22 Nîsan 2019

Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duh li Merîwanê jina bi navê Dilniya Rehmanî (18 salî) bi tivinga nêçîrê xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, wê jinkê ji ber arîşeyên nav malbata xwe, xwe kuştiye.

Tê gotin ku Dilniya dema xwe kuştiye, nîşanî bûye, beriya wê jî du caran şû kiribû.