Şerê hilbijartinê: 2 kuştî

Hat ragihandin qasekî berîya niha li gundê Bolunmez ê navçeya Puturge ya bajarê Meletî, li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.

31 Adar 2019

Medyaya Tirkiyê ragihand, qasekî beriya niha li gundê Bolunmez ê navçeya Puturgê ya bajarê Meletî li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 çavdêr hatin kuştin û ew kesê ku ew çavdêr kuştibûn jî hat girtin.

Hêzên asayişê li nav gund de tedbîrên tund yên ewlehiyê girtin.