Tirkiye li Efrînê Newroz qedexe kir

Qedexekirin ji alî serokê encumena bajêr bi belavokek ku hem bi zimanên erebî û hem jî tirkî hatiye n

17 Adar 2019

Li bajarê Efrînê hemû merasîm, şahî û ahengên Newrozê hatin qedexekirin.

Qedexekirin ji alî serokê encumena bajêr bi belavokek ku hem bi zimanên erebî û hem jî tirkî hatiye nivîsîn hate belavkirin

Li gor daxuyaniya encumena bajêr roja 21ê Adarê û rojên din jî, rê nayê dayin ku welatî ji bo cejna Newrozê xwepêşandan, meş, şewitandina tekeran û şahî bikin.