BAYKARA LI SULTANBEYLÎYÊ DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ KIR

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Stenbolê Mehmet Celal Baykara, îro bi vekirina stanta hilbijartinê ya li Sultanbeylî xebatên hilbijartinê dan destpêkirin.

6 Adar 2019

Standa hilbijartinê ya ku li Sultanbeylîyî hat vekirin laqay başdarîyeke berbiçav hat. Li tax û bazaran belavokên danasîna M. Celal Baykarayî hat belavkirin û bi taybetî welatîyên kurd gotin ku ew ê piştgirîyê bidin Namzetê Serbixwe Mehmet Celal Baykarayî.

A balkêş ev bû ku welatîyekî got beyî ku em binêrin ev namzet kî ye divê her kurdekî dengê xwe bide Baykarayî û wisa pê de çû: “Rêya herî baş bo dersdayîna partîyên dinan ev e ku em dengê xwe bidin namzetekî serbixwe.”

Komîsyona hilbijartinê ya Parêzer Celal Baykara ku li gelek herêmên Stenbolê dê standan vekin sibê dê li Bagcilarê bibin.

baykara1.jpgbaykara2-001.jpg

baykara5.jpgbaykara6.jpg

baykara3.jpg

baykara4.jpg