Walîtiya Wanê destûr neda roja zimanê zikmakî bê pîroz kirin!

Li wanê Navenda Çand, Ziman û Lekolînê ( DISA-DER) bi hilkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî xwest li parka Debbagoglu daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê ji aliyê parêzgerê Wanê ve destûr nehat dayîn.

21 Sibat 2019

Parêzgeriyê bersiva serlêdana DISA-DERê de got “xwestekên we hatin lekolîn kirin, çalakîya we ya daxuyanîya çapemeniyê, bi kesên ku tevlî bibin ve dê aramî û hizûrê xera bikin û provake bikin. Ji ber wê em destûrê nadin bernama daxuyaniya çapemeniyê “