Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li herdu navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê li 17 taxan bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

5 Sibat 2019

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 5ê Sibatê ji demjimêr 6:00ê sibehê ve li herêmên çiyayî yên Licê û Pasûr ên navçeyên Amedê, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Herwiha hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve, heta fermaneke din, dê bidome.